Rojava News: Li Hîndistanê di mihrîcanekî de di perestgehekî de îzdiham derket û di bûyerê de 11 kes mirin.
Rayedaran got ku li bajarê Deogarha li ser eyaleta Jharkhandê destê sibê deriyê Perestgeha Baîdyanath Jyotîrlîngayê hat vekirin. Dema bi hezaran kesî xwest ku bi hev re bikevin hundir îzdiham çêbû.
Hat ragihandin ku di bûyerê de jê 8 jin bi giştî 11 kes mirin û 24 kes birîndar bûn.