Print this page

Pevçûn di navbera penaberan û polîsê Yewnanîstanê de derket

Rojava News: Polîsê Yewnanîstanê êrişî sedan penaberên li wî welatî kir û bi ava şid û gaza rondikrêj ew belav kirin.

 

Polîsê Yewnanîstanê li hember penaberên li wî welatî tundûtîjî bi kar anî. Hat ragihandin, dema ku penaberan li yarîgeheke werzişî li girava Kas a li wî welatî navên xwe tomar dikirin, alozî di navbera penaberan û polîs de derket.

 

Li gor agahiyan, bi zêdebûna tundûtîjiyên navbera her du aliyan, polîsê Yewnanîstanê ava şid û gaza rondikrêj li hember penaberan bi kar anî, ku di encamê de çend kes birîndar bûn.

 

Ew bûyer rojek piştî belavbûna girteyeke vîdeoyê tê ku tê de xuya dibe, polîsekî Yewnanîstanê zileyekê li penaberekê dide ku ew bûyer di nava medyayê de dengvedanek mezin  çê kir.

 

Bi hezaran penaber ji wealtên cuda cuda ve bo derbasbûn ber bi welatên Ewropayê xwe xwe digihînin welatê Yewnanîstanê û hikûmeta wî welatî wan di kampên taybet de bicih dike.