Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rêya pilaneke dîrokî dixwaze dawiyê bi feqîrî û hejariyê li cîhanê bîne. Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Giştî yê NY Emîne Ehmed jî ji Rûdawê re dibêje, ev nûçeyeke xweş e bo penaber û joçberên li Rojhilata navîn.
Nêzîrî 1 milyar kes li cîhanê mehane bi kêmtir ji 38 dolaran dijîn. Neteweyên Yekbûyî bi pilaneke 15 salî dixwaze heta sala 2030 kes li cîhanê nemîne ku dahata wî ya rojane kêmî 2 dolaran be.
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon ragihand: “Ev dêkomênt bi navnîşana guhertina cîhanê ye û ecîndayên sala 2030 bo pêşxistina warê aborî. Ev pilanek e bo bi dawîhatina hejariyê li cîhanê û pilanek e bo parastina maf û rûmeta hemû kesekî. Di vê pilanê de ti alî û girûpek nehatiye jibîrkirin.”
Di dawiya meha Îlonê bê de, 160 serok û rayedarên cîhanê bo piştevaniya vê pilanê di konferansekê de li avahiya sereke ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê beşdar bibin.
193 welatên cîhanê li ser vê pilana aborî ya Neteweyên Yekbûyî lihev kirine. Bo Neteweyên Yekbûyî ev serkeftineke deplomatîkî dîrokî ye. Berpirsekî pilebilind ji Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re got ku, di nava 3 salên borî de, nêzîkî 8 hezar kesayetî û berpirsên navdewletî di danûstandinan de beşdar bûne.
Bo cihbicihkirina vê pilanê divê salane 3 heta 5 trilyon dolar were xerickirin. Rexnegir dibêjin ev pilaneke pir girîng e û cihbicihkirina wê pir zehmet e.
Balyozê Kînya û Berpirsê Sereke yê Pilana Cîhanî ya NY Macharia Kamau ragihand: Ti tiştek giran tune ye yan jî nikare biha deyne li ser parastina jîngeh, erdê û dawîhatina birçîbûnê li cîhanê.
Hikûmetên welatên cîhanê soz dane ku bi milyaran dolar li gorî amancên wê pilanê xerc bikin, lê heta niha wan welatan pêbendiya qanûnî bi wê pilanê nekirine, lê belê tenê pêbendiya exlaqî û siyasî jê re ragihandine.
Beriya 15 salan, welatên cîhanê li ser pilaneke mîna vê pilanê lihev kirin, berpirsên Neteweyên Yekbûyî dibêjin ji ber wê pilanê di nava wan salan de 1 milyar kes ji hejarî û birçîbûnê rizgarbûne.