Print this page

Almanya: Niha ne dema ‘Dewleta Kurdî’ ye

Rojava News: Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier ragihand: “Damezrandina ‘Dewleta Kurdî’ di dema niha de rewşa navçeyê zêdetir aloz dike û dibe sedema zêdebûna nearamî û têkçûna îstiqrara herêma Rojhilata Navîn.”

 

Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier di hevpeyvîneke ligel rojnmaeya Bield a wî welatî de pirsyara derbarê kurd û paşeroja kurdan de bersivand.

 

Steinmeier pirsyara ku di 100 salên borî de û li piştî şerê cîhanî yê yekem soza dewletê ji kurdan re hatiye dan, gelo niha dema cîbicîkirina wê sozê nehatiye, bi taybet jî li Başûrê Kurdistan?

 

Steinmeier di bersiva vê pirsyarê de ragihand: “Dewleteke serbixwe ya kurdî herêmê rûbirûyê nearamî û têkçûna îstiqrarê dike, bi taybet aloziyên bi welatên cîranên Iraqê re zêdetir dike. Ji ber wê jî baştir ew e ku kurd li Iraqê di çarçoveya Iraqeke yekbûyî de bimîne.”

 

Wezîrê Derve yê Almanyayê di vê hevpeyvînê de amaje bi wê jî kir, ji bo ku Iraq bi yekparçeyî bimîne, pêwîst e hikûmeta Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî aliyan zêdetir nêzîkî hev bike da ku hemû bikarin bi hev re rûbirûyê gefên DAIŞê bibin.

 

Frank-Walter Steinmeier herwiha got: “Hêzên Pêşnerge yên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstî bi alîkariyên zêdetir ên welatên rojava hene û gerek rojava alîakriyên xwe bo hêzên kurdî û hêzên Iraqî berfirehtir bike, ew yek jî jibilî berdewamiya şandina alîkariyên mirovî bi armanca çareserkirina arîşeyên penaberan de.”

 

 

Derbarê nakokî, milmilmanê û şerê li cîhanê weke li Sûriyeyê, Ukrayna û Felestînê, Shteinmeier da xuyakirin: “Cîhan di nearamiyeke temam de ye û mijara asayiş û ewlehî bûye mezintirîn pirsgirêk li seranserê cîhanê.”

 

Ji destpêka êrişên çekdarên DAIŞê bo ser Başûrê Kurdistanê, Almanya yek ji wan welatan bû ku di warê kelûpel, amûr û rahênanên leşkerî de alîkariya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û herwiha bi rêjeyeke baş alîkariyên mirovî jî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.