Rojava News: Bi hezaran welatiyên Berezîlya ji bo serokê welat Dîlma Rousseff ji desthilatdariyê derbixînin, xwepêşandanek li dar xistin.
Bêtirî 130 hezar welatiyên Berezîlya li berava Kopakabana ya bajarê Rio de Janeiro û li pêşiya avahiya Parlemana xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêran cilên tîma fotbolê ya Berezîlya li xwe kiribûn û diruşmeyên îstîfaya serokê welat Dîlma Rousseff dixwazin bang kirin.
Ev xwepêşandan bi navê “Roja karê niştimanî” hate bi navkirin û îsal ev cara sêyemîn e welatiyên Berezîlya li dijî serokê welat Dîlma Rousseff û partiya wê ya çep xwepêşandanan li dar dixin.
Xwepêşandêr Dîlma Rousseff bi binpêkirina hevpeymana ku dê gelaçiyê li welat tune bike, tewambar dikin û berpirsyariya paşketina rewşa aborî li welat Dîlma berpisyar dibînin.