Print this page

NY: Giraniya penaberan li ser Almanyayê ye

Rojava News: Neteweyên Yekbûyî ragihand, girnaiya penbaran li sr Almanyayê ye û tenê di 3 mehên destpêka îsal de, 185 hezar penaberan berê xwe dan Ewropayê û ji wê hejmarê 73 hezarên wan li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kirine.

 

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY) ev hejmara penaberan ji bo Almanyayê zêde ye û nabe welatên din xwe nedin ber bar û barê pirraniya penaberan li ser pişta kêm welatan be.

 

Li Ewropayê, welatên ku herî zêde penaberan dihewînin, Almanya û Swêd in. Almanya ji sedî 35 û Swêd jî ji sedî 14ê tevaya penaberên ku berê xwe didin Ewropayê, dihewînin.

 

Li gorî Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, António Guterres, ev rewşeke ne qebûlbar e û nabe bi berdewamî barê hewandina penaberan li ser pişta tenê 2 welatan, ango Almanya û Swêd, be.

 

Guterres daxwaz kir ku welatên din ên Ewropayê jî bêtir xwe bidin ber barê penaberan.

 

António Guterres ku ji rojnameya almanî DIE WELT re axiviye, diyar kir heta ku civaka navnetewî ji bo nakokiyên heyî çareseriyên siyasî nebîne û pêşî li geşbûna nakokiyên nû negire, divê “em bi encamên mîrovî yên kambax” eleqedar bibin.

 

Guterres wiha berdewam kir: “Ji dema ku me dest bi hemjmartinê kiriye, sala borî ji her deman bêtir mirov ji cîh û warên xwe derbider bûne. Bêtirî 60 milyon kesî ji ber alozî û şîdetê welatên xwe terikandine. Mirovên ku derbider dibin, ji bo rizgarkirina jiyana xwe direvin, em nikarin wan çavtirsandî bikin. Ewê werin û bi îhtimal hejmara wan dê zêdetri jî bibe.”

 

Di vê navberê de Hikûmeta Almanyayê diyar kir ku ji ber pêla mezin a penaberan ku berê xwe didin Ewropayê, ew pêşbînî dikin ku îsal 750 hezar penaber li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê bikin. Heta niha pêşbiniya nîv milyonê dihate kirin.