Rojava News: Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter li paytext Washingtonê di civînekê rojnamevanî de axivî û diyar kir ku, Kurd li Suriye û Îraqê xwedî hêzeke mezinin û dikarin cihên nû jî kontrol bikin û biparêzin.
Carter, pesnê hêzên Kurdî da û dazanîn ku şiyana wan ya bi bandor heye û hêzeke baş ya bejayiyê û Carter tekez kir ku ew hêz dikara” zêdetir cîh kontrol bike û biparêzê.”
Carter daxwuyaniyen berê yên Amerîka li ser Kurdan bi bîr anî û got “ Kurd li Suriyê û Îraqê rêk wek wê derketin ku berî niha me di derbarê wande gotibû ku hêzeke bejayî ya bi bandorin û dikarin herêmên zêdetir kontrol bikin û desthilatê li ser wê axê bikin.”
Li ser Rusya Carter anî ziman “Rusya êrişeke raste rast eli ser hebûn û mayina Amerîkaye. Di bin desthilata Vladimir Putin de di piraniyên babetanda wek dujmin nêzîk dibe. Ev tiştekî nûye û pêwîste, em xwe bo vê rewşê amade bikin û rûbirûbivin.”
Berî niha çend berprisên leşkerî yên mezinê Amerîka qala metirsiya Rusya li ser Amerîka kirinbûn.
Genral Joseph Dunford li pêş Komisyona Leşkerî ya Kongrêsa Amerika weha gotibû “ Tê baskirin ku dewletek dikarê metirsî li ser Amerîka dirust bike. Belê ev dewlet Rusyaye. Eger temaşeyî nêzîkatiya wan bikin dê bivînin ku ne ji êrişan kêmtire.”