Print this page

Amerîka: Daişê çekê kîmyayî li dijî pêşmerge bikar anîye

Rojava News: Generalekê Amerîka dîyar kir; ew pişt rast bûne ku Daişê çekê kîmyayî dijî pêşmerge bi karînaye.

 

General Kîvîn Kîlya, ji hêza peyade ya Amerîka ragîhand; ewan lêkolîn li ser moşekeka morter ya Daişê kirîye ku li vê heyvê avêtibûn hêzên pêşmerge û di lêkolînên wan da dîyarbûye ku Daişê çekê kîmyayî bkarînaye.

 

Got jî: ew çekê kîmyayî yê Daişê di nav wê moşekê da bikarînaye ji corê gaza Xerdele û tê hijmartin ji çekên qedexe kirî.

 

Generalê supayê Amerîka da zanîn; daku encamên lêkolîna wan pişt rast lê bên û bizanin çend rêjeya wê gazî bikarînaye, dê lêkolînên  zêdetir li ser wî moşekê bikin.

 

Li gorî raportên çendîn sazîyên navdewletî aşkera kirin, ku rêxistina terorîstî ya Daişê li çendîn bereyên şerî li gel pêşmerge çekê kîmyayî bikarînaye.