Print this page

Wêneyê Termê Alanê piştaxwe da vijdana cihanê di ragihandina Rûsî de cihe kî berfireh girt

        

Rojava News: Zaroka Kurd yê ji Kobanî  dema xwest li gel malbata xwe  derbasî Yunanistan bibî bin avbun û  termê wî xwe da lîvarê Tirkiye, di ragihandina Rusî de deng veda,  vicdanê gelê rusî hejand.

 

Li gor nuçeya Sputnic; Alanê 3ê salî li gel malbata xwe ku ketibû rêya Evropayê,  dema  ji Tirkî ber Yunanistanê ve bi rê ketin bota wa binavbû, û termê wî wek piştaxwe da mirovatiya cihanê di ragihandina Rusî de deng veda, gelê Rusî jî pêre giriyan.

 

Serokê Rusya Vilademîr Putîn jî di derbarê Alan de got; siyaseta xelat ya welatên Rojava bu sedemên ku terorizm li Suriye xurt bibe û gelê sivîl ji neçarî xwe ava bidin.

 

Sinem Bakir 

 

13:13:26