Print this page

Elmanya: Qenalek ji bo keştiyên penaberên Suriye vedike

 

Rojava News: Elmanya li ser behrê ji Libnanê ta Minaaqabe ku li ser hidudê İsraîl û Urdinê ye ji bo  penaberan qenalek vekir da  tûşî karesatê mirinê nebin, karibin di bin bi ewlehî derbas bin.

 

Li gor malperên ajansa;  Di vê qenala behrê ya ewlehî de vê rojê 5000 penaberê Suriye bi rê ya keştiyan derbasbikin, û ihtimale ku li ser vê xetê rojê  15 keştiyê penaberan bi rê Kevin.

 

Hukumeta Elmanya daxwaz ji Hikumeta Libnanî û Urdînî kir, ji bo ku penaberê Surî li gel xwe bi cîh bikin ta xebatê Komisyna penaberan ya bi ser Elmanya ve  li deverê dest bi karê xwe bike.

 

Li gor zanyariyan;  Penaberê Surî yê bê  pesaport jî dikarin serî li komisertiya penaberan ya Elmanya ku li deverê dest bi karê xwe bikî bikin.

 

Herweha hat gotin;  Elmanya ji bilî Dezgehên Penabera yê bi ser NY, ve hilbijartin û qebulkirina penaberên Sûrî bi xwe jî  bike.

 

Hemen demê gelek kempanya yê kar û dezgehê xwerxazî  yê Elmanya spasiya  Markel kirin, ji bo qebulkirina penabera. Ji ber ku  ew wek pêvistîya  milyonek û nêv  karmendî di aliyê çandinîn, xizmetguzarî  û zenaatê ji Elmanya re dibînin.

 

Hemen kempanya û dezgehan gotine; Ji bo gava yekem 300 hezar kesî yekser dê bikin xwedî kar û di  heyama  5 sala de vê ji 700 hezar kesî re sahayên kar vekin.

 

Sinem Bakir 

11:09:21