Rojava News: Tenê di 8 mehên derbasbûyî de 400 hezar koçber bi riya deryaya Spî xwe gihandine Ewropayê.
Komîsyona Cîhanî ya Alîkariya Penaberan dibêje, sala bê dê ev hejmar bigihêje nêzîkî 500 hezar koçberan.
Berdevkê Komîsyona Alîkariya Penaberan ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) William Spindler di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandiye ku li gorî zanyariyên li ber destên wan bi tenê di 8 mehên derbasbûyî de 400 hezar koçber bi awayekî ne yasayî di deryaya spî re xwe gihandine welatên ewropa û serî li mafê penaberiyê dane.
William Spindler herwiha ragihandiye ku tê pêşbînîkirin, rêjeya wan koçberên ku bi riya deryaya Spî koç bikin, di sala 2016an de bi awayekî metirsîdar bilind bibe û bigihîje nêzîkî 500 hezar kesan.
Spindler tekez jî kir, ku zdebûna hejmara koçberên ku dixwazin xwe bigihînin Ewropayê, dê bibe sedema çêbûna karesateke mirovî ya mezin him li Ewropayê û him jî li Rojhilata Navîn.