Print this page

Netewên Yekgirtî: 7600 koçber di 24 demjimêrên borî de derbasî Mekdonyayê bûn

RojavaNews : Di heyama 24 demjimêrên borî de 7600 koçber ji Yonanstanê  derbasî Mekdonyayê bûn

Berpirsê  komisyona Netewên Yekgirtî ya karubarên penaberan ragihand ku di heyma bîst û çar demjimêrên borî de 7600  koçber ku praniya wan Sûrî ne ji Yonanstanê derbasî Mekdonyayê bûn

Elêksander  Klawis berpirsa parastinê di komisyona netewên yekgirtî de ji ajansa Reuters re ragihand ku hevkarên wan li Yonanstanê dane zanîn ku hatina koçberan berdewame û niha otobîsên wan brê ketine.

Koçberên ku ji Tûrikyê bi rêya belemeyên mirinê dighin giravên Yonanstanê ,hikûmeta wî welatî wan bi keşteyan bo Esînayê vedguhêze û ji wir berev Mekdonya û Hingaryayê ve birê dikevin.

Nalîn

11:46:51