Print this page

Brîtanya ji bo karûberên pirsgirêkên penaberê Suriye wezaretek avakir

 

Rojava News: Li gor daxuyaniya Serok wezîrê Brîtanya; Ji ber zêdebûna penaberê Surî da pirsgrêkên wana hesantir bêne çareserkirin  wezareteke  bi navê wezîrê karubarên penaberên Sûrî li kabîneya xwe zêdekir.

 

Serok Wezîrê Brîtanya Davîd Cameron: di geşta xweya dohî (14-09-2015) serdana kempê penaberê Suriye li Lubnanê de got; Me Rîtşard Harîngton wek wezîrê karubarên penaberên Sûrî li Brîtanya, damezrandîye.

 

Her weha got; Dê Harîngton  bi karê hemahengî û rêxweşkirinê ji bo wergirtina 20 hezar awareyên Sûrî li Brîtanya rabe herweha dê bi karê alîkarîyên hikûmeta Brîtanya bo penaberên derve jî rabe.

 

10:35:36