RojavaNews :Hikûmeta Kirwatya sînorê xwe ligel Sirbiya li pêşiya koçberan girt û ragihand ku 13 koçber gihîştine welatê wê û nema kare zêdetir wan werbigire.
Kirwatya bi çendîn şêwe rê li pêşiya koçberan digire ku derbarî welatê wê bibin, koçber jî hewl didin rêyeke nû ji xwe re bibînin û xwe bigihînin welatên Ewropayê.
Piştî girtina sînorê Mecaristanê, koçberan rêyek nû ji xwe re dîtin, ew jî sînorê Kirwatya û Sirbiya bû, da ku xwe bigihînin Almanya.
Lê hikûmeta wî welatî ew sînor li pêşiya koçberan girt û ragihand ku 13 koçber gihîştine welatê wan û nema kare zêdetir wan werbigire.
Piştî wê biryarê dîsa koçber bêhêvî man, ku li wir asê mane û ditirsin negihên Ewropa.
08:27:35