Print this page

Obama cejna qurbanê pîroz kir

Rojava News: Serokê DYA Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama,cejna qurbanê ya hemû Mislimanan û heca wan pîroz kir.

 

Serokê DYA Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama,cejna qurbanê ya hemû Mislimanan û heca wan pîroz kir.

 

Serokê DYA Obama bi boneya cejna qurbanê peyamek nivîskî weşand û diyar kir ku ew û hevjîna wî,cejna mislimanan û erka wan ê hecê pîroz dikin.

 

Obama di peyama xwe de behsa wateya cejnê û hecê kir û got ku cejn û hec fedekariye, sedeqe ye û wekhevî ye.

 

Obama got: ”Bi hezaran hecî ji her deverê cîhanê hemû mal û milkên xwe bi cîh dihêlin û cilên spî lixwe dikin, mil bimil, li pêşberê Xweda, wek hev, diçin Mekke û Medîneyê. Eve tê wê wateyê ku kes ji ya din ne bi nirxtir e.”

 

Serokê DYA diyar kir ku ev cen wexte ku xwarin, stargeh û xizmetên tendurustiyê bigehînin kesên muxtac.

 

Obama di dawiya peyama xwe de ddaxwaz kir ku dua û niyazên bo aştiyê qebûl bibin.

 

12:23:25