Print this page

Lutkeya G7 alikariya penaberan 1 milyar û 600 milyon zêdetir dike

Rojava News: G7 û welatên Kendawa Araban soz dan ku di çareseriya krîza penaberan de alîkarbin û 1 milyar 600 milyon Euro biser de zêdebikin.

 

Lutkeya G7 û welatên Kendawa Araban soz dane ku di çerçoveya tekoşîna krîza penaberan de alikariya xwe bi 1 milyarak û 600 milyon EORO zêdetir bikin û alikariyê berfirehtir bikin.

 

Di vê çerçoveyê de Penaberên  Suriyeyê li Tirkiye, Urdun, Lubnan û welatên cîran ji Suriye re cîh digrin.

 

Wezîrê derve yê Elmanya li Newyorkê Frank-Walter Steinmeier daxuyand ku;  Di civîna wezîrê derve yê G7ê hat biryarxistin, da alîkarî bi qasî milyarak û 600 milyon EURO bê zêdekirin, Elmanya jî 100 milyon EURO zêdedikê. Herweha got;  dê ev alîkarî bêne radestkirin ji komisertiya bilind ya penaberan bi ser Netewayê Yekbuyî (UNHCR) û dezgeha xorek WFPê.

 

Tê zanîn beriya niha rêxistinên bi ser Netawayê Yekbuyî di derbarê kêmbûna xorek û pêdiviya de alarma sor pêxistibûn da bal bikşînin ser krîza penaberan.

 

Piştî vê alarma sor, Elmanya daxuyand ku  bi ser 1 milyar alikariya berê 100 milyon EURO zêdedikin,  Hollanda 123 milyon, Swîsre 71 milyon û 700 hezar, Nemsa 10 milyon dolar, Erebistana Siudî 100 milyon, Emerika jî 419 milyon dolarî zêdedikin.

 

Sinem Bakir

11:25:07