Print this page

Çîn: Aloziya Sûriyê pêviste bi reyên siyasî bê çareserkirin

 

Rojava News: Wezîrê Karê Derva yê Çînê Wang Yi got; Pêwîste aloziya li Sûriye  tê jiyankirin bi reyên aştiyane bê çareserkirin.

 

Wezareta Karê Derve ya Çînê Wang Yi di civîna konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî  (NY) de bi rê ya daxuyaniyekê got;  “Nabe cîhan beranberî aloziya li Sûriyê bê deng bimîne û nabe destwerdana bê serûber bê kirin û pêwîste alozî bi rêbazên siyasî bê çareserkirin.”

 

Wang Yi, her wiha destnîşan kir ku pêwîste hemû cîhan rewşa mirovî ya li Sûriyê di ber çavan re derbas bike û riya çareseriya aştiyane esas bigrin.