Rojava News: Li Fransa nêzikî 100 koçberî tunela bajarê perava Behra Menşê Calais girt û asteng li ber çûn û hatinê derxistin.
Rayederên Fransî gotin “Tunela 15 km ku di navbera Fransa û Brîtanya de ye ji aliyê koçberan ve hatiye girtin û hemû seferên trênê hatine astengkirin.
Tunel nêzîkî 7 demjimêran girtî ma.
Li Bajarê Calais ji Efxanistan, Surî û Efrîka bi giştî 3000 penaber di kempa de dijîn.
Rewşa ne mirovana ya li kempê penaberên Calaisê bala dezgehê mafê mirovî kişandiye.
Sinem Bakir
11:18:04