Rojava News: Kanalên çapemeniya Tirkiyê aşkira kirin ku şaneyek ji rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê ku zarokên temenê wan di navbera 10-14 salan de perwerde dike li nîva Stenbolê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine girtinê.
Her weha hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di operasyonekê de li bajarê Stenbolê ku bi ser 17 malan de li navçeya Bandik a bajarê Stenbolê de girtiye têde 50 DAIŞ`ên biyanî hatine desteser kirinê.
Li gorî beyannameyeke ewlekariya Tirkiyê ew 50 DAIŞ`ên biyanî xwe amade kiribûn ku biçin nava rêzên DAIŞ li Sûriyê û piraniya wan jî ji regezên Ozbekî û Tacîkistanî bûne.
Ji aliyê diê ve komeleyeka olî bi navê (Desteya Ensar) a nêzîkî DAIŞ piştrast kiriye û rexne li hêzên ewlekariya Tirkiyê girtiye ku hêzên wan zarokên temenê wan di navbera 10-14 salî bi tometa DAIŞ girtine.
Berdevkê desteya Ensar, Talib Mihemed Elî Akman di beyannameyê de daxwaz ji hêzên ewlekariya Tirkiyê kiriye ku demildest wan zarokan berdin.