Rojava News: Li welatê Nepalê di hewla serokomariyê de, Seroka Partiya Kominîst Bidhya Devi Bhandari bi ser ket.
Seroka Partiya Kominîst Bidhya Devi Bhandarî bi têkoşîn û çalakwaniya xwe ya di warê mafê jinan de tê nasîn.
Di hilbijartinên ku li parlamentoya Nepalê pêk hatin de Bhandarî bi 317 dengan bû serokomar. Li hemberî wê 214 parlamenteran jî dengên neyînî bikar anîn.
Bhandari hevsera serokê berê yê Partiya Komunistî bû, piştî ku di sala 1993a de de hevserê wê di bûyereke hatuçûnê de jiyana xwe ji dest da, di heman partiyê de dest bi siyasetê kir.
Welatê Nepalê heta sala 2008’an bi sistema monarşî ( keyîtî) dihat birêvebirin. Lê di sala 2008’an de monarşî hilweşiya û derbasî sistema federali ya demokratik bûn.
Bhandari jî bû duyemîn serokomara Nepalê, lê dîroka welat de cara yekemîn jinek dibe serokomar.
