Print this page

UNESCO: Di 7 sala de 700 rojnamevan hatine kuştin

Rojava News: Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) diyar kir ku  di navbera 2004 û 2014a de li cihanê 700 rojnamewan li ser karên wan hatine kuştin.

 

Bi helkefta roja navnetewî ya li dijî tawanên li hemberî rojnamevanan,   UNESCOyê roja duşemê li Berlînê raportek belav kir û diyar ki ku ji sala 2006ê ve bêtirî 700 rojnamevan ji ber karên wan hatine kuştin.

 

Li gor raporta UNESCOyê, tenê ji destpêka vê sale ve 9 rojnamevan hatine kuştin. Hatiye ku welatên herî metirsîdar ji bo rojnamevanan welatên Erebî bûn. Li welatên erebî di du salên borî de 54 rojnamevan ji ber karê wan hatin kuştin, li Amerîkaya Latîn û Karîbîkê 51, li Asya û herêma Pazîfîk jî 30 rojnamevan hatin kuştin.

 

Li gor raporta UNESCOyê  mijara herî balkêş, rojnamewanên hatine kuştin bi şewayekî rêyên meçhûl hatine kyştin ji ber wê yekê jî kujerên wa nehatine ronakkirin û nehatine cezakirin.

 

Rojnamewanên hatine kuştin  ji % 89 di rojname û kovar û di kenalên televizyona de kar dikirin, ji %6 jî di nuçegertiya İnternetê de çalak bûn, ji %5ê dî jî bi gelek dezgehê çapemeniyê re girêdayî kar dikirin.

 

Werger: Sinem Bakir