Rojava News: Rêxistina Koçberan ya Navneteweyî hişyarî da û got ku heger heta dawiya salê hatina penaberan a Ewropayê w,ha bi domê, li Behra Spî herî kêm 400 kes dibe ku bimirin.
Li gor nuçeya malpera Enadolê; Berdevkê Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) Joel Millman got: "Heta dawiya salê heke hejmara penaberên ku tên Ewropayê ji milyonekî derbas bibe, ev tê wê wateyê ku herî kêm 400 kes jî wê bimirin.
Millman di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenevreyê ya NYê da axivî û got hejmara penaberên ku îsal gihîştin Ewropayê ji 760 hezarî derbas bû.
Li gor daneyên IOMê îsal serê salê heta niha ji 616 hezaran zêdetir penaber gihîştin Yunanistanê, 140 hezarî zêdetir penaber jî gihîştin Îtalyayê.
Li gor Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di cotmehê da hatina penaberan rekor derbas kir. Meha borî 218 hezaran jortir penaber ji Behra Spî derbas bû û gihîştin Ewropayê.
Ji aliyekî din va hejmara kesên ku wê derbasî Ewropayê bûbûna û di Behra Spî da xeniqîn jî derket 3 hezar û 406an.