Rojava News: Li paytexta Fransa Parîsê, di encama çend teqîn û êrişên çekdarî de, herî kêm 140 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Rêxistina DAIŞê êriş û teqînên Parîsê girt stûyê xwe.
Li gorî Malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya ku Şeva borî li çend tax û deverên bajarê Parîsê, çend teqîn û êrişên çekdarî hatin kirin. Li gorî agahiyan, di wan bûyeran de heta niha 142 kesan jiyana xwe ji dest dane, 200 kes birîndar bûne ku tê gotin rewşa 80 birîndaran ne baş e ji ber wê jî dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Yek ji wan bûyeran li herêma Batackan a Parîsê pêk hat. Di wê bûyerê de ku li saloneke konsêrtê çêbû, 70 kesên ku ji aliyê êrişberan ve hatibûn dîlgirtin, hatin kuştin. 5 êrişber jî ji aliyê hêzên polîs ve hatin kuştin.
Sê teqîn jî li kêleka yarîgeha “Stade de France” çêbûn ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.
Hikûmeta Fransayê ji ber wan teqîn û êrişên çekdarî, rewşa awarte ragihand û tevahiya sînor û deriyên xwe yên sînorî girt.
Ji aliyekî din, rêxistina DAIŞê bi rêya malperên nêzîkî xwe re êriş û teqînên Parîsê girt ser xwe