Rojava News: Çînê kuştina welatiyekî xwe bi destê çekdarên DAIŞê pişt rast kir. Wezareta Derve ya Çînê jî ragihand, Beijing dê tola wê yekê hilde û bikerên wê bi tundî ceza bike.
Wezareta Derve ya Çînê di daxuyaniyekê de ragihand, rêxistina Dewleta Îslamî ku bi DAIŞê tê naskirin, welatiyekî çînî li Rojhilata Navîn kuştiye.
Di daxuyaniyê de Wezareta Derve ya Çînê soz da, ku bikerên wê cinayetê bide destê dadweriyê (edaletê) û wan ceza bike.
Li gor vê daxuyaniyê nasnameya wî welatiyê çînî hatiye aşkerekirin û navê wî Fan Jinghui bûye.
Li gor Peoples Daily China, DAIŞê di meha îlona îsal de wek sivikatîkirinekê, wêneyê wî welatiyê çînî li kêleka girtiyekî norwejî bo firotinê di kovareke xwe de belav kiribû.
12:05:06