Print this page

Piştî xistina frokeyan Rusî NATO dicive!

Rojava News: Li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, li herêma Qizildaxa ser bi Bayirbûcakê ku dikeve beramber bajarê Hatayê firokeyeke artêşa Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate xistin.

Serokê Rusya yê Vîlademîr Putîn di wê derbarê de got  ``Turkiye xayintî li me kir u ji piştame em xençer kirin`` . Ragihandina Rusya gelek bi tundî weşanê dike.

 

Serokê Amerîka Barack Obama jî piştî civîna xwe ya li gel Serokê  Fransayê daxuyaniyek derbarê xistina balafira şer a Rûsya li ser sînorê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ragihand ku:  “Mafê Tirkiyeyê heye ku qada asmanî ya xwe biparêze.”

 

Herweha Berdevkê Artêşa Amerîkayê Steve Warren ji da xuyakirin ku,  berî xistina balafira Rûsî, Tirkiyê çend caran hişyarî dabûn wê balafirê, lê belê balafirê guh nedabûn wan hişyariyan. Warren ev buyer wek pırsgırêka Tırkıye û Rusya dıbîne.

 

Sekreterê Giştî yê NATO yê Yance Stoltenrge  ragehand ku : “NATO amadeye bergiriyê di ber hemû welatên endam de bike, Tirkiyê jî yek ji wan welatan e.”

 

Piştî ku Tirkiyê firokeya Rûsya xiste xwarê, hate ragehandin ku li ser fermana Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê divê hemû  hewlên xwe li her yek ji NATO û Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê vê mijarê bide.”

Li ser herêma ku firoke ketiye xwarê ev  hefteyeke artêşa rejîma Sûriyê operasyonan dike û piraniya herêmên jêr destê çekdarên Turkmenan careke din kontrol kir. Turkmenên li herêmê jî daxwaza çek û alîkariyê dikirin.

 

10:14:25