Print this page

Pêviste Iraq û Sûriyê werin dabeş kirin

Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê berê yê Brîtanyayê William Hague ji welatê xwe re û hevpeymanên welatê xwe re ragehand ku, pêwîste Iraq û Sûriyê bêne dabeş kirin ji bo Kurd bighên ku ew rêveberiya xwe bikin.

 

Li gor nuçeyên ku li ser malperan hatine belavkirin William Hague  dibeje“Li gorî pilanek siyasî, pêwîste Brîtanya û welatên Hevpeymanê çareyekê din ji pirsgirêkên Iraq û Sûriyê re bibînin, jiber ku berî niha di sala 1916 de sînorên wan welatan ji aliyê Brîtanya û Fransa hatibûn nexişandin.”

 

Herwiha William Hague amaje bi wê yekê kiriye: “Heger serkirdeyên van welatan nikarin welatekî durust bikin bo hemû pêkhateyî tê de bijîn, wê demê divê dabeş kirina Sûriyê û Iraqê bi piştgiriya Civata Navdewletî be, jibo ku Kurd jî karbin xwe birêve bibin.”