Rojava News: Çekdarên rêxistina terorîstî Boko Heram li Nîjeryayê êrîşî gundiyan kirin, herî kêm 18 gundî hatin kuştin.
Hikûmeta Nîjeryayê da xuyakirin, ku êrîş li hemberî gundê Gogone yê ser bi herêma Dîffa ya li başûrê welêt hatiye kirin.
Hat ragihandin ku çekdarên book haram êrîşî gund kirin, meleyê gund jî di nav de herî kêm 18 gundî kuştin û 80 mal jî şewitandin.
Berdevkê hikûmetê ragihand, ku di êrîşa bi çek û roketan de 11 kes jî birîndar bûn û keçeke 3 salî winda bûye.
Berdevkê hikûmetê da zanîn ku piştî êrîşê, yekîneyên artêşê û polîsan li dijî çekdarên Boko Haram li herêma Dîffa û derdora Gola Çadê dest bi operasyonê kirin.
Herêma Dîffa îsal gelek caran rastî êrîşên çekdarên Boko Heramê hatiye. çekdar ji herêmên li bakur-rojhilatê Nîjeryayê xwe berdidin vê herêmê û êrîşan dikin.