Rojava News: Wezîrê Parastina Amerîkayê (Pentagon) Ashton B. Carter ragihand, ew dê leşkerên amerîkî yên jin bişînin eniyên şer ên li dijî DAIŞê.
Wezîrê Parastina Amerîkayê Ashton B. Carter îro di daxuyanike de diyar kir, di Artêşa Amerîkayê de hemû cih dê ji bo leşkerên jin vekiribin.
Demeke dirêj bo li Amerîkayê dihat goftogkirin ku, gelo leşkerên jin dê di eniyên pêş ên şerî de cihbigirin?
Ashton B. Carter îro di daxuyaniyeke de ew mijar zelal kir.
Carter destnîşan kir ew mijar ligel fermandarên artêşa amerîkî hatiye nirxandin û li gor biryara hatiye standin jinên ku ezmûnan derbas bike dibe ku li eniyên pêş beşdarî şer bibin.
Di Çileya 2013an de Wezîrê Parastinê yê wê heyamê Leon Panetta gotibû ew dê derbarê mijara beşdariya jinan ê şerî de lêkolînan bike.
Îro ew pêvajo bidawî bû û Pentagonê biryara xwe derbarê wê yekê de diyar kir.
Ji aliyê din ve Ashton Cater amaje kir bû ew di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de hêzên taybet ên seferî bişîne Iraqê.
Carter wiha gotibû: “Ev hêz dê alîkariya Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bikin. Ev dê operasyonên rizgarikirina kesên dîl û êrişên li dijî DAIŞê de cih bigirin.”
Di şerê li dijî DAIŞê de ji destpêka şer de heya niha, pêşmergeyên jin yên Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyên j jin ên Rojavayê Kurdistanê bi şeweyekî çalak beşdarin.
Herwiha jinên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê jî di nav refên hêzên çekdar ên partiyên din de li dijî DAIŞê şer dikin.