Print this page

Obama daxwaz ji welatan misilman kir da beşdarî Koalisyona dijî DAİŞê bibin

Rojava News: Serokê DYAyê  ji Koşka spî ragehand ;  ji bo DAİŞê bê têkbirin pêviste welatê misilman jî beşdarî koalisyona hevpeyaniya li dijî DAİŞê bibin.

Serokê DYAyê di lêdwaneke ji koşka spî de radighênî ku; Amerika bi hemû ezmûnên xwe hewl didê da DAİŞê têkbidê.

Herweha Obama di derbarê hewlê xwe yê li beranber DAİŞê de got;  Amerîka bi 3 şêweyan şerê DAIŞê dike, Êrîşên Esmanî, Operasyonên Hêzên Taybet û alîkariya hêzên li ser erdê, ku Pêşmerge take hêze ku serkeftinên mezin li ser erdê bidestxistine.

Barak Obama tekez kir ku, nabe şerê Amerîka û DAIŞê wek şerê Amerîka li dijî Muslman û Ola Isalmê bê naskirin û heger em bixwazin DAIŞê têkbişkînin “Divê welatên Muslman jî têkevin nav Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê bibin. Ne dijminahiya wan welatên şerê il dijî DAIŞê bikin.”  

11:52:15