Print this page

Wezaretê derwe yê Amrîkayê got: Rûsya li dijminê Esad dide!

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, êrîşên ku  Rûsya li Sûriyê pêk tine hemû ne li dijî DAIŞê ne bêtirî xwe li dijî neyarên Beşar Esed in!

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka John Kirby, di civîna rojnamevaniyê ya rojane de li ser daxuyaniyên Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn ên derheqê piştevanîkirina hêzên Artêşa Azad a Sûriyê de got; Em nikarin wan gotinan qebûl bikin yan piştrast bikin lê em dîsa jî dibêjin ku beşek mezin ji êrişên ku Rûsya li Sûriyê pêk tîne li dijî neyarên rêjîma Beşar Esed têne kirin ne li dijî DAIŞê.”

 

Kirby anî ziman ku heta niha jî Rûsya li hêzên neyarên Beşar Esed dide û ti guhertinekê jî di vê yekê de çênebûye.

11:11:39