Print this page

Di navbera Hikûmeta Yemenê û Hûsiyan de agirbes hat îlankirin

Rojava News: Çekdarên Hûsî û Hikûmeta Yemenê agirbest ragihandin, dê ew  agirbes di 14ê vê mehê de pêk were.

Bi pêşberiya  Netewên Yekbûyî  ji bo ku dawî bi wan aloziyan bînin ew demek bû hewldan dihat kirin, di encamê wan diyeloga  de navbera herdu aliyan agirbesek hat ragihandin.

Piştî  civînên diyelogê ya di navbera herdû aliyan de Berdevkê Cemaeta Ansar Alah a Hûsî  ji ragihandinê re diyarir ku Ji bo agirbestê li hevkirine û dê di 14 vê heyvê de bê ragihandin.

Wezîrê Karê Derve yê Yemenê Ebdulmalik El-Mixlafî jî got; Dê ew itîfaqa wan di roja duşema pêş de piratîkî bibe.

11:19:35