Rojava News: Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, yên ku pêşwazîkirina koçberên Sûriyê red dikin, baştirîn hevalbend û alîkar in bo “terorîstên DAIŞê”.
Serokê Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Antonyo Cutîrîs da daxuyaniyekê de rexne li wan berpirsên Amerîka û Ewropayê girt ku naxwazin alîkariya koçberên Sûriyê bikin û pêşwaziyê li wan bikin.
Antonyo Cutîrîs wiha got: “yên ku pêşwazîkirina koçberên Sûriyê red dikin, baştirîn hevalbend û alîkar in bo terorîstên DAIŞê û tundrewên din.”
Cutîrîs rexne li namzedê Komariyan bo serokatiya Amerîka, Donald Tramb girt, ku pêşniyar kiribû misilman derbasî Amerîkayê nebin.
Tê zanîn ku, 4.3 milyon sûrî ji ber şer û pevçûnên ku 5 sal in berdewam dikin, reviyane û niha hejmarek mezin ji wan koçberan berê xwe didin Ewropa û dixwazin mafê penaberiyê werbigirin.
Serokê Komîsyona Penaberan a Neteweyên Yekbûyî wiha got: “Em nikarin berpirsyaretiya êrişên terorîstî yên Parîs bixin histê koçberan de, ji ber ku ew bixwe ji terorê direvin.
11:35:58