Rojava News: Doh li Dubeyê agireke mezin û bi hêz bi hotêla 63 qatî The adresss ket û heya niha ziyanên madî û canî nehatiye zanîn.
Jib o pîrozkirina sersala 2016an ahenga herî mezin ya Rojhilata Navînê, wê di wê hotêlê û Birca Xelîfeyê de birêve biçûna ji bo wê yekê jî amadebaşiyeke gelek berfereh û baş jê re hatibû kirin, lê bi sedeme ku nayê zanîn agir bi hotêlê ket û hemû amadekariyê pîroziya sersalê hatine sekinandin.
Hotêla The Address ya li Dubai ji bo derbasbûna sala nû ya 2016an hatibû xemilandin û herweha fîşekê hawaî ku ji her cihî tê dîtin wÊ bihata avêtin. Hemu temaşavan li benda 1.6 ton fîşekê hawaî bûn.

