Print this page

Li Stenbolê bi sedan ji geştên balafirê hatin rawestandin

Rojava News: Li Stenbolê rawestandina geştên balafirê berdewam in. Ji ber rewşa hewayê ya xirab îro 34 geştên balafirê hatin betalkirin.

Li balafirgehên Sabiha Gokçen û Ataturkê yên Stenbolê, ji ber barîna berfa zêde îro 34, doh 250, pêr 300 geştên balafirê hatine rawestandin.

Di nav 3 rojên dawîn de ji ber mercên hewayê yên dijwar li Stenbolê nêzîka 600 geştên bo nav bajarên Tirkiyê û bo geştên welatên derva hatine rawestandin.

12:53:45