Print this page

Emerîka.. 121 penaberên neyasayî girtin û biryar vegerandina wan bo welatên wan da

Rojava News: Wezareta ewlekariya navxweyê ya Emrîkî eşkere kir ku di vê heftiyê de 121 kesê ku bi qaçaxî derbas bûne wilayetên(Têksas -Corciya –Norit karolîna)hatin girtin ji aliyê polisên koç û koçberiyê ve.

Her weha hate xuyakirin ku dinav wan girtiyan de jin û zarok jî hene , û niha birine cihekî akincîkirina demkî ta ku wan veguhêzin welatê wan.

Di heman demê de duh Hakimê wilayeta Cyorciya( Natan Diyil )ferman da bi necîkirina biryara ku taybet bi qedexekirin akincîbûna Sûriyan di wilayeta wî de.

Ev yek tê di derbarê pilana serokê Emerîkî Barak Obama de bi pêşwazîkirina 10 hezar penaberî Sûrî di nav wilayetên yekgirtiya Emerîkî de ye.

Rifat Hacî

13:30:16