Print this page

De Mistura diçe Riyad û Tehranê

5:19:22 PM

RojavaNews: Çavdêrên siyasî  jî , di derbare armanca serdana DeMistura ji Riyad û Tehranê, dibêjin ku wê DeMistura hewl bide ku kirîza di navbera Siûdiyê û Îranê de neghîne asteke xeraptir ji ya niha, da ku lihevkirina navdewletî ya ku di derbarê Sûriyê de hatiye encamdan, têk neçe, bi taybetî ku dema despêkirina gotûbêjên Rêjîm û opozisyona Sûriyê nêzîk dibe.

Li aliyekî din jî Siûdiyê geştên xwe yên esmanî  ji Tehran û bo Tehranê jî rawestandin û daxwaz ji lutkeya erebî kir ku civîneke awerte li ser "binpêkirinên Îranê" lidar bixe.

Dewleta Kiwêtê jî, îro Roja Sêşemê,balyozê xwe ji Îranê vekişand û pêwendiyên xwe bi Îranê qut kirin.

 Herwiha Wezareta derve ya Kiwêtê jî ragihand ku êrşîên li dijî balyozxane û qunsulxaneya Sidiuyê li Tehran û Meşhedê binpêkirineke eşkere ye ji yasayên navdewletî re û got divyabû ku Îranê balyozxane  û qunlsuxaneyan biparêze.

Piştî ku sişdiyê pêwendiyên xwe yê splomasî bi Îranê re qutkirin, welatên ereb wek Behrên, Sûdan, Îmara Erebî ya Yekgirî jî pêwendiyên xwe bi Îranê re qutkirin.

Têkçûna pêwendiyên Siûdiyê bi Îranê re piştêî wê yekê tê ku êrş li ser balyozxane û qunsulxaneya Siûdiyê li Tehran û Meşhed hatinkirin, ku siûdiyê 47 girtî bi tawanên terorê li darve kiribû û di nava wan de jî 4 oldarên Şîa jî hebûn weke El-Nimir.

Comerd Hemdoş