Print this page

DAIŞê boriya gazê ya di navbera Misir û Urdinê de teqand

Rojava News: DAIŞê boriya gazê ya di navbera Misir û Urdinê de li çolistana Sînayê teqand.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê yên Misrî ragihandin ku şeva borî hinek çekdaran boriya veguhestina gaza Misrê bo Urdinê li çolistana Sînayê teqendine, lê ti ziyanên mirovî nebûne.

Ji aliyekî din ve, Wîlayeta Sînayê ya DAIŞê li Misrê ev teqîn li xwe girt û îdîa kir ku ew nahêlin dilopeke gazê bigihe Urdinê.

08:58:41