Print this page

Ferensa sisê komeleyên Islamî qedexe dike

2:06:44 PM

 

RojavaNews: Li Ferensayê sisê komeleyên Islamî  ku mizgevtek libajarê Lanyêh yê ferensî brêve dibirin , bi behaneya ku xortan liser Cihadê tûj dikin, ji  bo wan rêkin Sûriya û Iraqê hatin qedexe kirin.

 

Wezareta navxwe ya Ferensî biryar bi desteserkirina  emlakên wan hersê  komeleyan  û serokên wan sitand, digel qedexe kirina endamên wan ji derketina derveyî Firensayê .

 

Her weha amajikir bi dibistaneke ne fermî, taybet bi ezberkirina Qur,anê ku têde lavêj û tîtalên olî  têne şopandin ya ku şagirtan tûj dike biser Cihadê û tevlîbona nav refên tunrewan de.

 

Tê zanîn ku Feresayê rewşa awarte ragihandiye ji 12/10/2015ê ve piştî peqînên parîsê ku 30  kes bûne qurbanî , û metirsiyeke mezin li ba hukumeta Firensî çêbû ji komelên olperistve ,ya ku hoşiyariyeke tenahî li Ferensayê çêkirye.

 

Rifat Haci