Print this page

Li hilbijartinê Teywanê dijbereya serxwebûnxwaz bi ser ket!

Rojava News: Li Teywanê di hilbijartinê giştî de Partiya pêşveçûnên Demoqrasî  (DPP) bi serket û serokê wê  partiyê Tsai Ing-wen  jî  di dîroka Teywanê de bû serokê yekem yê jin.

Li gorî encamê ne fermî  partiya rastgir ya  niha deshilatê wî welatiye di hilbijartinan de şikestina xwe qebûl kir û encam li  partiya bi ser ket pîroz kir.

Tsai Ing-wen 59 saliye, danazanê zanîngeheke li wî welatî bû û hemen demê jî layengiriya doza serxwebûnê ji welatê Çînê  dikir.

Rêveberiya Çînê serxwebûna Teywanê nasnakê û dibînî ku perçeyek ji welatê wa ye.

Tê payenkirin ku Serokê nû yê Teywanê ji nûvê serxwebûnê bixwê rojevê.

Şanaz Emin