Print this page

Li Elmanya penaberê zilam nikarin biçin avjeniya hewzan!

Rojava News: Li Elmanyayê li bajarê Bornheimê bi sedema ku hinek jinan ji bo destdirêjiya  zilamê penaber gilîkirine, biryar hate girtin ku  avjenîkirina zilamên penaber li wan hewzê wî bajarî bê qedexekirin.

Berpirsê xizmetguzariyê li Encumena Bornheimê got;  “Ew qedexeya li ser dezgehê avjeniyê ta ku peyama hatiye dayin bê fêmkirin  wê bidomê û derfet nayê dayin ku zilamê penaber  li wî bajarî biçin hewza avjeniyê  bikin.”

Rêvebirê  kar û berên xizmetguzariya civakî yê Bonheimê Markus Schnapka, di wê derbarêde ji Ajansa Routersê re got; “Ew demeke gelek jinên ku diçin hewza bi giliyê destdirêjiyê serî li me dan, û bêtirî xwe jî ji gencê penaber rehetsiz bûn, û bi sedema destdirêjiyê gelek jinan dev jî çûna avjeniyê jî berda bû”

Schnapka got; Ew biryar bi ermanca ku helwestê penaberan yê ne baş bêne guhertin hatiye wergirtin û projeyên wa ji bo guhrankariya penaberan wê berdewam bê.