Print this page

Amnesty: Li bajarê Bakurê Kurdistan jiyana 200 hezar kesî dibin metirsiyê de ye!

Rojava News: Amnesty International operasyon û qedexeya derketina derve li Bakurê Kurdistanê rexne kir û ragihand, ji ber operasyonan jiyana 200 hezar kesî di xeterê de ye.

Ji rêxistinên mafê mirovan cihanê yê herî navdar  Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International)di daxuyaniyekê de got; Li Tirkiyê  li bajarê bakurê Kurdistanê operasyonên dibin nave “Operastona Aşîtî û Aramî” yê de hatine destpêkirin sizakirina welatiyê Kurdayê.

Amnesty International, di rapor û lêkolîna xwe de, ku li wan deverên qedexe û şer lê heye, hatiye amadekirin, ragihadiye ku mirovên wê herêmê ji ber “nêzîkbûnên hişk û kêfî” ketine rewşek tengav û hêzên ewlehiyê rê nadin ambulans jî derbasî nav bajaran bibin.

Li gorî wê rêxistina mafên mirov, eger demildest çareyek ji rewşa niha re neyê dîtin dê jiyana 200 hezar kesî bikeve xeterê.

Tê zanîn, nêzîkî 6 meh in li navçeyên Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever, Şemzînan û hinek deverên din ên Bakurê Kurdistanê, şerekî giran di navbera hêzên Tirk û şervanên kurd de didome.

Ji ber şer û operasyonan, heta niha bi dehan kes ji her du aliyan hatine kuştin, bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne, bi deh hezaran kes jî ji war û malê xwe koçber bûne.

Herweha bi girîngî behsa cenazeyên welatiyên kuştî ku 12 rojan di saroncokê male de hatine ragirtin dike.

Di raportê de welatiyên ku li hin taxê Cizîrê 20 roja bê ceyran mane dike û rexneyên tund li dewleta Tirk digrê da welatiyên deverê siza nekê.

11:16:07