Rojava News: Li herêma Saskatchewan a Kanadayê di encama êrîşeke çekdarî ya bi ser dibistanekê de 5 kes hatin kuştin.
Serokê Kanadayê Justin Trudeau di derbarê buyerê de daxuyaniyek da û got; Di encama êrîşeke li ser dibistana La Loche de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha rewşa du birindaran jî girane.
Li gorî zanyariyên daketine ser medyaya Amerikayê ew kesê ku êrîş pêk aniye ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Piştî êrîşê dibistana La Loche li nava bajêr çûnûhatin hatiye ragirtin û li derdora dibistanê kordona ewlekariyê hatiye danîn.
Hat zanîn dibistana ku rastî êrîşa çekdarî hatiye ya zarokê temen 7-12 saliye.