Print this page

Li Îtalya "kostumê zarokê penaber" bu cîhê nerazîbûnê!

Rojava News: Li Îtalya pîrozwahiyê Karnavala hersal destpêkir û ji bo ku malpereke İnternetî cilên bi nave “Kostûmê zarokên Penaber” difroşê gelek nerazîbûn derket.

Şaxê Malpera Amazon ya kirîn û frotina li ser İnternetê li İtalyayê di beşê kostûmê karnavalê de beşek bi nave cil û bergên zarokên penaber ji b o frotinê vekir.

Di malpera Amazon.it de bi Almanî û îtalyanî reklama wan kostûma hatiye kirin. Di reklamê de 2 heykelê  zarokan û gel wan jî dû centayê mezin heye, li ser jî nivîsandiye “Kostûmê zarokê penaberan: 24-36 euro

Kostumê ku daxistine ser heykel bu cihê nerazîbunê, gelek kesan ew nezîkatî weke “bêxemî û bêşermî” binavkirin.

Berpirsê Rêxistina Alîkariya Mafê Mirovî ya bi ser Kiliseya Katolik Oliviero Forti jî di derbarê wê reklamê de got; Di demeke waha gelek levaz de zihniyeteke di aliyê pere kezeçkirina bi vî şewayê cihê şermê ye. Şûna wê xwezî ji bo kirina êlekê rizgariyê ji bo wan zarokê ku di nava deryayê de asê mane bikiriyana”.

Her çendê karmendê Şîrketa Amazon gotin me bi ermanca şerê cîhanê duyemîn ew reklam kiriyê, lê dîsa bikarhenêrê wê şirketê razî nebûn, û dawî ew reklam ji ser malpera şîrketê hate rakirin.

11:56:17

Şanaz Emin