Print this page

Ewropa sînorê xwe dişidîne!

Rojava News: Yekîtiya Ewropa dixwaze bi şidandina sînora xwe ji pêla enaberan biparêze.

Di daxuyaniya piştî civîna Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê ya li Brukselê de hat ragihandin, ku Awûstûrya û Elmanyayê destûr stendine ku kontrolên xwe yên li ser sînor heta sala 2018'an bidomînin.

Peymana Sînor a Schengenê, ku weke yek ji hîmên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê (YE) ye, mafê dide welatên endam ku di rewşeke taybet de heta du salan sînorên xwe kontrol bike.

Par 1.1 mîlyon penaber derbasî nava Elmanyayê bûn. Piraniya van penaberan ji Afganîstan, Sûriye û Iraqê hatin.

10:38:49