4:30:00 PM
RojavaNews: Polîsê beravê yê Yûnanistanê, ragihand ku wan 12 penaber di deryaya Îcê de ji xeniqandinê rizgar kirin, ku di nav wan de 7 zarok hebûn, ku belema wan di nav deryayê de têk çûbû.
Herwiha polîsê beravê got ku 12 penaberên din di nav deryayê de binav bûn û termên wan jî derxistin û di nav wan de 8 zarok hebûn, ku dixwestin ji Tirkiyê berên xwe bidin Yûnanistanê.
Hîn jî lêgerên li penaberên mayî jî berdewam e, ku 20 kesên din hîn winda ne.
Herwiha Wezîrê Hinder yê Siwêdê jî ragihand ku welatê wî wê 80 hezar penaxwazan vegerînin cihên ku jê hatibûn Siwêdê.