Rojava News: Jineke Ekvadorî di seredana Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bo welatê xwe rastî derbeyê haresân hat û bi giranî birîndar bû.
Serokomarê Tirkiyê Erdoğan di geşta xwe ya fermî bo başurê Amerikayê di axaftina xwe ya Ekvadorê de rastî şermezariyê hat û haresê wî gelek kes dane ber lêdena yek ji wan jî jineke ku rewşa wê aniha jî dibin metirsiyêde ye.
Serokkomarê Tirkiyê li li peytaxta Ekvadorê Kitayê dema li Ekedemiya perwerde û ziman beşdarî konferansê bû, li derva gelek xwendekarê zaningehê kom bun û ji ber siyaseta wî ya li beranber Kurdan bi xwepêşindanekê şermezariya Erdogan kirin, haresê wî, êrîşên tund birin ser wan kesan û gelek kes hatin derpkirin, bi teybet jinek bi giranî birîndar bû.
Jina bi navê Annabell Guerrero ku hem endam parlementere û hemjî berbirsê rêxistineke feministî ya jinaye, rakirin nexweşxanyê û hemen wê jinê got haresên Erdogan li me dan û bi dehan tekmek li sîngên me, cîhême yê teybet û li serême dan, polîsê welatê me jî dengê xwe nekirin.
Lê belê Serok parlementera Ekvadorê Gabriela Rivadeneira di daxuyaniya ragihandinê de got; Tundiya haresê Erdogan ku li beranber insanê me dane meşandin destdirêjiye li ser mafê me, û pêviste Tirkiyê di vê derbarê de daxuyaniyekê bide”
11:13:52
Şanaz Emin