Print this page

Ji bo pirsa penaberan Şêwirmenda Almanya serdana Enqerê dike

17:05:05PM

RojavaNews: Îro roja Duşemê, Şêwirmenda Almanya Angela Merkil di serdanekê de gihişt Enqerê paytexta Tirkiyê û bi serokweîzrê wî welatî re, Ehmed Davutoglu re hevdîtin pêk anî.

Herwiha biryar e Merkil bi serokomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan, re jî hevdîtinan pêk bîne.

Mijara sereke ya serdana Merkil, pirsa penaberan e, ku Tirkiyê rê li ber derbasbûna penaberan ber bi Ewropa ve bigire, ku piraniya penaberan bi rêya Deryaya Îcê re ji Tirkiyî derbasî welatên Ewropa dibin, bi taybetî Almanya.

Berya niha Yekîtiya Ewropa soz dabû Tirkiyê ku 3 milyar Euro bide Tirkiyê, ku nêzîkî 3 milyon penaberên Sûriyê li wir dimînin.