Print this page

Nemsa li beranber penaberan sînorê xwe bi têl dike!

Rojava News: Hewbeşê Hikumeta Nemsayê  Partiya Civata Demoqrat (SPÖ) û Partiya gelerî ( ÖVP) ji bo  ku li beranber pêla penabera xwe biparêzin biryar dan kontrolê sînor berfireh bikin.

Serokwezîrê Nemsa Werner Faymann (SPÖ) û Wezîrê navxwe bi hevdurê div ê derbarê de ji ragihandinê re daxuyaniyek dan.  

Serokwezîr Faymann got; “Diyare Tirkiyê pêşiya belemê penaberan nagire, û Awropa jî nikarê bi vê pêla mezin re derkeve serî.”

Herweha di daxuyanixwe de wek çareseriyekê dibêje; “Em jî neçarin plana “B” bixin tevgerê.”

Hat zanîn naveroka plana “B” ji bo karibin sînorê xwe li beranber penabera biparêzin wê ji  teknolojiyake pêşketî fêde bigrin, karmendê ser sînor zêdebikin û herweha têleke nûh deynin ser sînor.

Ji aliyê din Wezîrê navxwe yê Nemsayê jî got;  “Ji bo ku pêla penaberan dibin kontrolê de bê, û ji bo hinekê pêla penaberan bê şikandin Şewaza herî bi deskeftî wê danîn û xurtkirina têlê sînor be”

Sertanserê Awropa li beranber pêlên penaberan tedbîrên  cur be cur pêşdixin.

13:31:53

 

Şanaz Emin