Print this page

Li Nijeryayê êrîşa xwekujî: 70 Mirî!

Rojava News: Li Nijeryayê di kempa penaberê navxwe de Boko Haram êrîşeke xwekujî pêk anî 70 kes mirin 78 kes jî birîndarketin.

Li bakurê rojhilatê  Eyalata Bornoyê 2 xwekujên ku jinin êrîşek di nava kempa penaberê yê ji ber şerê navxeyî koçkiribûn de kirin.Di kempê de 50 hezar koçber jiyandikin.

Di encama teqînê de 79 kesan jiyana xwe ji dest da 78 kes jî birîndar ketin.

Ta niha tû kesî êrîşa xwekujî negirtiye ser xwe lê belê tê texmînkirin ku çekdarên Boko Haramê ew êrîş pêkanine.

Hat zanîn divê meha dawî de 3 êrişê xwekujî li heremê hatine pêkanin ku; di 29 rêbendanê de li Adamava bi teqîna xwekujiyê 10 kes mirine, di31 rêbedanê de jî li bajarê Dolarî 86 kesan jiyana xwe ji dest da bun.

 

10:03:50

Şanaz Emin