Print this page

DNI: Ji 2012an de 38 hezar çekdarên biyanî çûne Sûriyê

Rojava News: Birêveberê ajansa sîxoriya Amerîkaiyê dibêje:" ji sala 2012an de, 38 hezar çekdarên biyanî çûne Sûriyê" .

Cêmis Kelabir Birêveberê ajansa sîxoriya Amerîkaiyê di gotara xwe de li Kongirê Munichê duh eşkere kir ku ji sala 2012an de, 38.2 hezar çekdarên biyanî ku ji 120 dewletên cude cuda ne, çûne Sûriyê ku 6.9 hezar ji wan ji dewletê rojava ne.

Herweha navbûrî ragihand ku gelek belge di destê wan de hene ku rêxistina terorîstî DAIŞê çekên Kîmyayî li Sûriyê û Îraqê bikar aniye, û rêxistina navbûrî pilanan datîne ku wan çekên Kîmyayî li dijî Amerîkayê jî bikar bîne.

Nalîn Hesen

11:41:45 AM